Heyeta Neteweyên Yekgirtî kampên Idlibê ziyaret kir
PeyamaKurd – Berya wexta biryara konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê biqede, heyetekî ji Neteweyên Yekgirtî seredana kampên Idlibê kir. Biryara NY ya ku alîkariyê bişîne Sûriyê ya jimare 2672 di 10 ê temmûzê de diqede.
Cîgirê koordînatorê NY yê ji alîkariyên mirovî berpirs David Carden, li Idlibê ji bo çapemeniyê ragihand ku dixwaze balê bikşîne ser rewşê ya piştî erdheja 6 ê sibatê ku li Sûriyê rewş çawaye. Carden weha got:
“Li rojavayê bakûrê Sûriyê pêdiviya 4.1 milyon kesî bi alîkariya mirovî heye. Piştî erdhejê me ji bo muhtacên sîvîl 3.300 TIR ên alîkariyê şand rojavayê bakûrê Sûriyê. Em niha ji bo projeyan di cîh de bibînin û bi rêxistinên alîkariyê yên mirovî re têkiliyan deynin, em hatin vê derê.
Biryara NY di 10 ê mehê de diqede û sekreterê me yê giştî di mijarê de gelek zelale ku dixwaze biryarê 12 mehên din jî dirêj bike. Sedema ku em 12 meh dixwazin ji bo projeyên ku em dikarin bimeşînin, plankirina projeyên başkirina zûtir û bicîhanîna wan û hem plankirina projeyên nûh, ji bo wan herî kêm ji me re 6 meh lazime.
Em plan dikin ku 800 hezar kesî ji konan derxin û bibin konteyniran. Jin, dibêjin ku konteynir bêhtir bi parastinin û mahremiyeta wan zêdetire.
Di warê tenduristiyê de me li devera Kefercelisê klînîka tenduristiyê ya seyyar ziyaret kir. Di erdhejê de 70 dezgeyên tenduristiyê bi temamî an qismekî ji wan tehrîb bûn. Me tesbîta pêdiviyên tenduristiyê kir. Heya em wan dezgeyan bikin weka berê, wê ji me re wext lazim be. Heya salekî. Di klînîkên seyyar de em tedawiya zarokên ku têr xwedî nabin dikin. %50 yên jinan ji ber nexweşîna xwînê tadê dibînin. Em dermanan ji Tirkiyê temin dikin.”