TR KU SO
FB X
Cîhan

Heyetên Talîban û Amerîkayê li ser mijara Afganistanê civiyan

Admin M
Nivîskar
📅 01 tebax 2023 01:40

PeyamaKurd – Heyeta Talîbanê ya Afganistanê ya di bin serpereştiya wekîlê wezîrê karên derve yê hukumeta demkî ya Afganistanê Emirxan Muttakî, bi heyeta Amerîka re ya di bin serpereştiya nûnerê taybet yê Afganistanê Thomas West û heyeta pê re hevdîtin kir. Her dû heyet li ser mijara Afganistanê ji bo tesîsa baweriyê, rakirina dorpêçan li ser Afxanistanê û îstîqrara aboriyê li Afganistanê axifîn.

Hevdîtina her dû heyetan li payîtexta Qatarê li Dohayê pêkhat. Berdevkê wezareta Afganistanê Belh, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku 2 roje di astên cuda de hevdîtin tênkirin û weha dewam kir:

“Di navbera her dû terefan de divê bawerî hebe û di mijarê de pêngavên berbiçav bavêjin. Lîsta reş ya li dijî Talîbanê, rakirina dorpêçan û perên Afganistanê yên dest danîne ser, divê serbest berdin.

Me her weha li ser pêkanîna îstîqrara aboriya Afxanistanê, têkoşîna bi maddeyên hişbir re, li ser mafên mirovan, dewama desteka alîkariya mirovî ya li Afganistanê, temîna sefaretan li derveyê Afganistanê ew mijarin ku em li ser wan axifîn.”

Parve bike: