TR KU SO
FB X
Cîhan

Heyva Sor: Di xwepêsandanan de 220 kes birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2020 17:27

PeyamaKurd – Di xwepêşandanên Lubnanê yên li dijî krîza aborî û pêkneanîna kabîneya nû ya hikûmetê ji nû ve dest pê kirine de, 220 kes birîndar bûn.

Piştî xwepêşandanên 17ê Cotmeha 2019an dest pê kiribûn, Serokwezîr Saad el Herîrî îstifa kiribû, lê heta niha jî hikûmeta nû nehatiye avakirin ku xwepêşander vê protesto dikin û daxwaza demildest avakirina hikûmetê dikin.

Li gorî amarên Heyva Sor a Lubnanê di xwepêşandanên ku doh li Beyrûdê hatine lidarxistin de, alozî di navbera xwepêşander û polîsan de derketiye û 220 kes birîndar bûne.

Heyva Sor ragihand ku ji bo 140 birîndaran li cihê bûyerê, ji bo 80 birîndaran jî li nexweşxaneyên nêzîk destwerdana pizîşkî hatiye kirin.

Xwepêşanderên Lubnanê dixwazen bilez hikûmet were avakirin û serokwezîr jî ji aliyê lijneyeke bêalî ve were destnîşankirin.

Hêjayî gotinê ye, ji roja Şemiyê ve xwepêşandan didomin ku şaxên hejmarek bankeyên Lubnanî hatin şewitandin ku rûbirûyî krîzeke mezin a ‎darayî bûne û bihayê pereyên Lubnanê jî bi rêjeya ji sedî 60 kêm bûye.

Parve bike: