TR KU SO
FB X
Cîhan

Heza erdê rêya Mersin û Antalyayê girt

Admin M
Nivîskar
📅 21 adar 2026 23:55

PeyamaKurd – Li bajarê Mersînê li navça Aydıncıkê erd heziya û xwelî û kevir ket nava rê û rê hat girtin. Rê ji her dû aliyan ve hat girtin. Di heza erdê de erebeyekî di bin axê de ma û ajotvan sivik birîndar bû.

Rûdan, ber destê êvarê qewimî û ji ber barana zêde çêbû. Di wexta hezê de ereba ku di rêya xwe de diçû û Okan K.(44) dajot di bin axê de ma.

Li ser heza erdê, tîmên 112an yên tenduristiyê, tîmên rêyên bejayiyê, îtfaiye û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Birîndar bi ambûlansê birin nexweşxanê.

Xebatên vekirina rê dewam dikin lê gelek erebe li pey hev di rêzê de mane.

Parve bike: