Cîhan
Hêzên Ehmed Mesûd li Pencsîrê 7 endamên Talîbanê kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên berxwedanê yên li eyaleta Pencşîr ya Afganistanê ku Ehmed Mesûd seroktiya wan dike, bersiva êrîşa Talîbanê ya ser herêma xwe dane û 7 endamên Talîbanê kuştine.
Endamê eniya berxwedanê li Pencşîrê, îro Sêşemê ragihand ku di encama êrîşeke Tevgera Talîban a ser herêmê de, 7 endamên wê hatin kuştin û birîndar jî hene.
Çavkaniyên nêzî berxwedana bi serkêşiya Ehmed Mesûd ji ajansa Tolo ya herêmî re ragihand ku çekdarên Tevgera Talîban êrişî nuqteyeke parastinê li wîlayeta Penceşêrê kir û hêzên berxwedanê bersiva êrişê dan.
Li gorî zanyariyên xwecihî roja Duşemê 30yê Tebaxê çekdarên Talîbanê êîişî cihekî sivîlan kir, lê hêzên Pencşirê bersiva wan dan.