Cîhan
Hêzên Îsraîlê li gundewrê Dera û Quneytrayê lêgerîn pêk anîn
PeyamaKurd - Êvara Pêncşemê, hêzên Îsraîlê ketin deverên li gundewarên Dera û Quneytra li başûrê Sûriyeyê, xalên kontrolê danîn û li malan lêgerîn kirin.
Li gor agahiyan dewriyeke Îsraîlê ya ji çend wesayîtan pêk dihat, digel leşkeran, ket herêma di navbera gundên Abdîn û Maariye li devera Yermûkê li gundewarên rojavayê Derayê, li wir wan xalek kontrolê danîn û li gelek malan lêgerîn kirin.
Li gundewarên başûrê Quneytra, hêzên Îsraîlê hemleyek lêgerînê li ser malên li gundê Rasem El Ecref pêk anîn û li deverê leşker bi cî kirin.
Tevgerên Îsraîlê yên bi heman rengî li gundên Barîqa û Seyda El Henût jî hatin dîtin û li asmanê herêmê dron firiyan.