Cîhan
Hêzên koalîsyonê 3 dronên Hûsiyan xistin
PeyamaKurd – Hêzên koalîsyona di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdî de ragihand ku Hûsiyan ji Yemenê 3 balafirên bêmirov ku tije teqemenî bûn şandine Erebistana Si’ûdiyê û ji aliyê hêzên koalîsyonê de hatine xistin. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebistanê SPA yê; berdevkê koalîsyonê Turki el-Malikî gotiye ku di nav 24 sietan de 3 dronên aîdê Hûsiyan yên bi teqemenî hatine îmhakirin.
Malikî gotiye ku bizanîn dronan şandine ciyên ku sîvîl lê dijîn.