Hêzên kurê Qezafî balafirxaneya Terablûsê kontrol kirin
PeyamaKurd - Hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya girêdayî kurê Qezafî Xelîfe Hefter ji her aliyan ve derbasî paytexa Lîbya Terablûsê bûn û balafirgeha Terablûs a Navdewletî xistin bin kontrola xwe.
Hêzên Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya girêdayî kurê Qezafî Xelîfe Hefter ji bo careke din serweriya xwe li ser tevahiya xaka Lîbiyayê çêbike ber bi paytexta Libyayê ve diçin.
Li gorî medyaya Lîbyayê, artêşa Lîbyayê di çarçoveya operasyona “Fetih El-Mûbîn” de herêma Qesir Bin Xişêr, Wadî Rebî û Sûq El-Xemîs ên li Trablûsê xistin bin kontrola xwe.
Hat ragihandin ku Hêzên Hefterê piştî şerê dijwar li dijî hêzên alîgarên hikûmeta Wîfaq, ji aliyê başûrê Terablûsê ve derbasî herêma Sewanî bûne û hejmarek “Terorîstên ji Bingaziyê reviyane” girtine û çek û cebilxaneyên wan desteser kirine.
Hat diyarkirin ku hêzên Hefter dest danîne ser Balafirgeha Navdewletî ya Terablûsê û operasyona bi navê “Tinekirinê terorîstan” berdewam dikin.
Dîsa gelek herêmên li başûrê paytext Terablûsê kontrol kirine ku Xelîfe Hefter gotibû ew ê di nava 48 saetan de Trablûsê kontrol bikin.
KENYÊ BANGA RAWESTANDINA ÊRÎŞÊN SER TERABLÛSÊ KIR
Li aliyê din Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bang li hêzên Xelîfe Hefter kir ku êrîşên li ser Terablusê bisekinîne.
Hefter bangewaziya KENYê red kir û ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re teqez kir ku ew ber bi pêkanîna armancên xwe ve diçin.