TR KU SO
FB X
Cîhan

Hêzên Polîsê Federal bi çekên giran derbasî nava Curf Sexirê bûn

Admin H
Nivîskar
📅 20 mijdar 2026 12:21

PeyamaKurd - Hat ragihandin İro Înê (20ê Mijdara 2026an), karwanekî mezin ê hêzên Polîsê Federal ên Iraqê ku bi çekên giran û navîn ve hatine kom kirin, di çarçoveya lihevkirinekê de dest bi derbasbûna nava herêma stratejîk a Curf Sexirê kir.

Hat ragihand ku tevî ku biryar bû operasyon û wergirtina herêmê demjimêr 06:00ê sibehê birêve biçûya, lê ji ber amadekariyan çend demjimêran dereng ket.

Otomobîlên leşkerî û Hummerên Polîsê Federal qonax bi qonax piştî kontrolkirina nasname û pişkinînên hişk ên li deriyê sereke derbasî hundir dibin.

Hevdem karwanekî mezin ê ambûlansên hawarçûnê jî tevlî van hêzan e.

Rewşa navxweyî ya Curf Sexirê û biryardana medyayî

Hate diyar kirin ku heta niha ne diyar e ka ev hêz dê li kîjan nuqteyên di nav nahiyeyê de bên bicihkirin û gelo ew ê tenê pişkinînan bikin an jî dê bibe baregeha wan a daîmî.

Derbarê sînordarkirina çapemeniyê de, tenê rêyeke taybet ji medyaya fermî ya dewleta Iraqê re hat dayîn ku ligel hêzan derbasî hundir buye.

Bal kişand ser rewşa navxweyî ya deverê û destnîşan kir ku Curf Sexir piştî salan zêdetir bûye leşkergeheke girtî û kavil, û avahiyên wê heta asteke mezin wêran bûne.

Parve bike: