TR KU SO
FB X
Cîhan

Hêzên terefdarê Esad li baregeha HSDê xistin

Admin M
Nivîskar
📅 09 sibat 2018 04:29

Koalîsyona li dijî DEAŞê ya di bin serokatiya Amerîka de li Sûriyê ragihand ku hêzên terefdarên rejîma Esad êrîş birine ser baregeha HSDê (Hêzên Sûriya Demokratîk).

Di beyana ku hatiye dayîn de hêzên Sûriyê êrîş birine ser baregeha HSDê ku 8 km li rojhilatê Firatê ye. Di dema êrîşê de leşkerên bi ser koalîsyonê jî di baregehê de hebûne. Di beyana nivîskî de hat ragihandin ku bo şikandina êrîşên hêzên Sûriyê, êrîş birine ser hêzên Sûriyê.

Di êrîşê de behsa mirin û birîndariyê nehatiye kirin.

Parve bike: