TR KU SO
FB X
Cîhan

Hikûmeta Iraqê sîna gistî ragihand

Admin L
Nivîskar
📅 04 îlon 2021 14:30

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê, ji ber koça dawî ya yek ji merciyên Şîe Mihemed Seîd Hekîm, şîna giştî ragihand.

Yek ji merciyên şîeyên Iraqê Mihemed Seîd Hekîm, do 3yê Îlona 2021ê, ji ber celteya dil, di temenê xwe yê 85 salî de koça dawî kir. Biryar e îro li Kerbela û sibe li Necefê, merasîma oxirkirinê were lidarxistin.

Herwiha Encûmena Wezîran a Iraqê jî biryar daye ku îro bike şîna giştî li Iraqê, lê li Necefê dê sê roj be.

Mihemed Seîd Hekîm, xwedî pileya herî mezin a mezhebê Şîe bû, ku Ayetullahê Uzma bû.

Parve bike: