TR KU SO
FB X
Cîhan

Hikûmeta Sûriyê çekên ku dihat gotin ji bo Hizbullahê hatine desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 27 rêbendan 2025 00:09

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Sînor a girêdayî rêveberiya nû ya Sûriyeyê, dest danîn ser çekên ku dihat gotin wê ji rêyên neqanûnî yên li ser sînorê Libnanê ji Hizbullahê re bên şandin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Sînorê çekên ku di ser bajarê Sergaya li gundewarê Şamê re derbasî Lubnanê dihatin kirin, ji bo ku ji Hizbullahê re bên şandin, girtin. Piştî xebatên keşif û şopandinê derbarê cure û hejmara çekên ku hatin desteserkirin de ti agahî nehat parvekirin.

Parve bike: