Cîhan
Hilbijartina bi xwîn: 4 kustî
Li welatê Hindistanê li eyaleta Meghalayayê namzetê bo parlementeriyê Jonathone N. Sangman bû hedefa êrîşkeran.
Sangman ji kampanya hilbijartinê dadigeriya û endamê Partiya Kongre ya Niştîmanî bû. Di dema ku di buhira East Garo de derbas dibûn, bombeyan teqandin û di encamê de Sangman jî di nava wan de 4 kes hatin kuştin.
Polîs lêkolîna xwe dewam dike û heya niha ti kes an rêxistinek bûyerê qebûl nekiriye. Hilbijartin di 27ê sibatê de ye.