TR KU SO
FB X
Cîhan

Hilbijartinên Amerîka | Trump: Ger neyêm hilbijartin wê tistên xirab bibin!

Admin H
Nivîskar
📅 05 mijdar 2024 22:02

PeyamaKurd – Proseya dengdanê ya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê îro 5ê Mijdarê birêve diçin.

Di demeke ku xelkê Amerîkî diçe ser sindoqan, ji namzedê Komarî Donald Trump daxuyaniyeke balkêş hat.

Trump, bi peymanêrê ABC Newsê yê Washington Jonathan Karl re axivî û got, “Dibe ku cara yekem hilbijartinê winda bikim.”

Herwiha Trump daye xuyakirin ku ger ew winda bike, dê tiştên xirab pêk werin, lê eşkere nekir bê wê çi bibe.

Hêjayî gotinê ye, li gorî rapirsîyên amerîkî rêjeya dengên namzeda Demokratan Kamala Harris û namzedê Komarî Donald Trump ji her demê zêdetir nêzîkî hev in.

Parve bike: