TR KU SO
FB X
Cîhan

Hindistanê kirîna helîkopteran ya ji Rûsyayê betal kir

Admin M
Nivîskar
📅 17 nîsan 2022 03:44

PeyamaKurd – Indiatoday nûçeyekî belav kir û binkeya nûçeya xwe bir ser hinek rêvebirên hukumeta Hindistanê. Hindistanê bi Rûsya re peyman çêkiribû ku 48 heb helîkopterên Mi-17 V5 ji Rûsya bikire lê hukumet ragihand ku berya şerê Rûsya-Ûkraynayê biryara betalkirina peymanê daye.

Di xeberê de hat gotin ku sedema betalkirina îhalê ji ber ku Hindistan dixwaze helîkoptera xwe ya malê xwe hilberîne û ti têkiliya betalkirina peymanê bi şerê Rûsya û Ûkraynayê tineye. Wê ji niha û pê de Hindistan destekê bide çêkirina helîkopterên xwe yên kul i welat çêbike.

Parve bike: