Cîhan
Hinek grûb kustina Eymen ez-Zewahîrî protesto kirin
PeyamaKurd – Li Afxanistanê serokê rêxistina El-Qaîdeyê Eymen Ez-Zawahîrî di operasyonekî Amerîka de hatibû kuştin û ji ber bûyer hêj nûye îro li Afxanistanê hinek grûb civiyan û kuştina Zewahîrî protesto kirin. Zewahîrî di 31 ê temmûzê de bi dronê hatibû kuştin.
Xwepêşandêr li Afxanistanê li bajarê Kabîl, Belh, Gor, Qunduz, Laxman, Cuzcan, Logar, Nîmrûz, Sar-e Pol, Zabûl, Nangerhar, Badaxşan, Badgis, Host û Paktîkayê hatin cem hev, kuştina Zewahîrî, serokê Amerîkayê Joe Biden û rêvebiriya Biden protesto kirin û bertekê nîşan dan. Çalakvan gotin ku desthilata Afxanistanê hatiye îhlal kirin û bûyer li dijî hûqûqa navdewletiye.