TR KU SO
FB X
Cîhan

Hizbullah: Têkiliya me bi bazara navbera Lubnan û Îsraîlê tine û em nahêlin bi cîh were

Admin M
Nivîskar
📅 03 gulan 2026 19:32

PeyamaKurd – Baskê siyasî yê Hîzbûllah a Lubnanê Bloka Wefa ya Barxwedanê, parlementerê wê Hasan Fadlallah ragihand ku hevdîtinên navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê wan eleqedar nake û dê nehêlin encamên hevdîtinan bên bicîhanîn.

Li gor xebera ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê; Fadlallah di merasima li başûrê Beyrûdê li devera Dahiye ya ji bo kuştiyên Hîzbûllahê de axifî û got:

“Muzakereyên bi Îsraîlê re tên kirin bi encamên wan ve me eleqedar nakin. Em ê wan bicîh neynin û îznê nedin ku bi cîh bînin.

Em ê têkoşîna xwe ya çekdar dewam bikin. Berxwedana Hîzbûllahê li Lubnanê ji bo em axa xwe azad bikin, xelkê xwe biparêzin û welatê xwe biparêzin, rêyeka dinê nîne, rêya netewiye û dê ev rê dewam bike.”

Fadlallah got ku divê artêşa Îsraîlê ji ser axa Lubnanê derê û heya herin, wê têkoşîna wan dewam bike. Fadlallah ragihand ku peymana di navbera Lubnan û Îsraîlê de bibe, divê bê garantîkirin ku Îsraîl êrîşê ser Lubnanê neke.

Parve bike: