TR KU SO
FB X
Cîhan

Hizbullaha Lubnanê balafira bêpîlot a Îsraîlê xist xwar

Admin H
Nivîskar
📅 23 tebax 2020 16:13

PeyamaKurd – Hizbullaha Lubnanê ragihand ku wan li başûrê bajarê Nebatiyê li asmanê bajaroka Ayta eş-Yab balafireke bêpîlot a Îsraîlê xistiye xwar.

Li gorî daxuyaniyê balafira bêpîlot (drone) bi hinceta binpêkirina sînorên wan hatiye xistin û endamên rêxistinê gihîştine ser wê balafira ketî.

Hat ragihandin ku hêzên parastina Îsraîlê jî xistina wê balafira xwe ya bêmirov piştrast kir.

Parve bike: