TR KU SO
FB X
Cîhan

Holanda: Me xwest ku Tikiyê sermezar bikin!

Admin V
Nivîskar
📅 21 adar 2018 13:35

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte daxuyaniyek da û got ku, Yekîtiya Ewrûpa û NATOyê nehiştin ku em operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê, şermezar bikin.

 

Di civîna Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Parlamentoya Holandayê de serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, got ku wan dixwest di derbarê êrîşên li ser Efrînê de şermezariyê bide Tirkiyê, lê YE û NATOyê piştgirî nedaye wan.

Rutte diyar kir ku hemî endamên Yekîtiya Ewrûpayê û yên koalîsyona li dijî IŞÎDê, ditirsin ku şerê IŞÎDê zerarê bide wan. Ji ber vê yekê me xwest em êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdan şermezar bikin. Lêbelê ti kesî piştgirî neda me.

Mark Rutte dengê xwe li Tirkiyê kir û got ku, li gorî biryara agirbesê tevbigere û pêl li rêz û rêzikên şerê navnetewî neke.

Parve bike: