TR KU SO
FB X
Cîhan

Holland: Em ê pistgiriya qedexeya wîzeyê bikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 31 tebax 2022 19:01

PeyamaKurd- Rayedarên Hollandê ragihand ku heger ji civîna wezîrên Yekîtiya Ewropayê, biryara qedexeya wîzeyê ya ji bo xelkê Rus were dayîn, ew ê piştgiriyê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Hollandê Wopke Hoekstra ragihand ku di hegera biryara qedexeya wîzeyê derkeve de ew ê wekî rayedarên Hollandê piştgiriyê bikin. Hoekstra got,

“Em ji aliyekê ve dixwazin di navbera Rusya û welatiyên Rusyayê de cudahiyek peyda bikin. Em ji aliyekê ve jî dibînin ku piraniya kesên ku tên vê derê, bi têkiliyên xwe, girêdayiyê Kremlînê ne û Rusên dewlemend in.”

Wezîr Hoekstra  diyar kir ku pêkan e di civîna wezîrên Yekîtiya Ewropayê ya ku îro di roja duyemîn de li paytexta Çekyayê ya Pragê dewam dike de biryareke bi vî rengî were dayîn.

Parve bike: