TR KU SO
FB X
Cîhan

HSD: Em îsev dest bi serê dawî dikin

Admin S
Nivîskar
📅 10 sibat 2019 01:33

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan hemû amadekariyên ji bo paqijkirina bermayiyên dawî yên DAIŞê temam kirine.

HSDê ragihand ku dê şerê dawî yê paqijkirina bermayiyên DAIŞê îşev destpê bike.

Rayedarekî HSDê ji Reutersê re got, "Wê îşev operasyon dest pê bike û armanc jî tunekirina bermayiyên dawî yên terorîstên DAIŞê ye.”

Berpirsê çapemaniyê yê HSDê Mustafa Balî jî operasyon wekî ‘şerê dawî’ binav kir û got, ji bo operasyonê di hefteyên dawî de, 20 hezar sivîl ji gundên sînorên Iraqê yên Sûriyê hatine tehliyekirin.

Parve bike: