TR KU SO
FB X
Cîhan

HSD: Sivîl neyên derxistin em nikarin operasyonê bikin

Admin H
Nivîskar
📅 26 sibat 2019 16:49

PeyamaKurd - Berpirsê Navenda Ragihandinê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand, proseya rizgarkirina sivîlan berdewam e û heya hemû  sivîl neyên  rizgarkirin, dest bi operasyona dawiyê nakin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî ji K24 ragiand , bi dawîbûna rizgarkirina tevahiya sivîlan ji destê DAIŞê li Baxozê, dest bi dawî êrîşa li ser DAİŞê dikin.

Herwiha got: “Heta niha tevahiya sivîlan nehatine rizgarkirin, em ji hejmara sivîlên hîna li Baxozê ne piştrast in.”

Herwiha Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê tekez kir, çekdarên DAİŞê li Baxozê ji bilî xweradestkirinê, yan kuştinê tU rê li pêş wan nemaye.

Di çend rojên dawiyê, zêdetir ji 5 hezar sivîl ji Baxozê hatine derxistin, ku di nava wan hejmarek ji çekdarên DAİŞê jî hene.

Bajarokê Baxozê li başûrê rojhilatê Dêrazorê li nêzîk sînorê Iraqê ye, çend roj in ji aliyê HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ve ketiye dorpêçeke teng. Hevpeymaniya Navdewletî jî dibêje, hîna gellek çekdarên DAİŞê li Baxozê ne.

Parve bike: