Cîhan
HSDê 25 gund ji destên ISÎDê derxistin!
PeyamaKurd- Operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk li Hesekê dewam dikin. Di navbera rêxistina terorî IŞÎDê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de şerên mezin diqewimin. Herî dawî li herêma Hesekê HSDê 25 gundên dî jî ji destên IŞÎDê derxistin.
Li gorî agahiyên Al Masdarê gundên ku hatine standin, li ser tixûbê Iraqê ne.
Hat ragihandin ku HSDê li dijî IŞÎDê li herêma Hesekê û Dêra Zorê operasyonan didomîne. HSD dibêje heta ku IŞÎD ji herêmê bi tevahî derkeve, operasyon wê bidomin.
HSDê berî niha bi demeke nêzîk li Hesekê û Dêra Zorê li dijî IŞÎDê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin.