TR KU SO
FB X
Cîhan

HSDê piraniya Hecînê rizgar kir, serekî dijwar diqewime

Admin S
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2018 17:17

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku HSDê îro bajaroka Hecîn a Dêrazorê bi temamî ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kiriye, lê çavkaniyên herêmê jî didin xuyakirin ku hîn Hecîn bi temamî rizgar nebûye û şerekî dijwar di navbera terorîstên DAIŞê de berdewam dike.

Li gor zanyariyên hîn nehatine piştrastkirin, bajaroka Hecîn ku keleha dawî ya DAIŞê bû, ji aliyê HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ve hatiye kontrolkirin.

Çavkaniyên ji herêmê jî didin xuyakirin ku hîn bakurê rojhilatê Hecînê şerekî dijwar di navbera HSD û terorîstên DAIŞê de berdewam e û bajarok bi temamî nehatiye kontrolkirin.

Li gor zanyariyan vê sibehê 2 wesayîtên bombekirî yên DAIŞê li bakurê rojhilatê Hecînê dema xwestin berê xwe bidin komeke şervanan, ji aliyê hêzên HSDê ve hatine ruxandin.

Hîn bi fermî rizgarkirina bajarokê Hecînê ji aliyê hevpeymanan û HSDê ve nehatiye ragihandin.

Li gor çavkaniyên HSDê hîn bi qasî 5 hezar terorîstên DAIŞê li dorûbera sînorên Iraq û Sûriyê mane.

Parve bike: