Cîhan
HTS: Rejîmê li Lazqiyê bi gaza klorê êrîs kir
PeyamaKurd – Rêxistina Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) ku piraniya herêma parêzgeha Idlibê kontrol dike îdia kir ku hêzên girêdayî rejîma Sûriyê bi gaza klorê li gundewarên Lazqiyê êrîşî endamên wan kirine.
Malpera İba ya HTŞê ragihand ku milîsên rejîma Sûriyê li Al-Murabitînê xwestine girê Kabaniyê bi dest bixin û piştî bi ser neketine jî bi moşekên gaza klorê cihê endamên wan kirine armanc.
Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Sûriyê ev demek e li gundewarên Lazqiyê hewil dide bajaroka Kabaniyê kontrol bike, lê rastî berevaniya komên çekdar ku HTŞ serî dikişîne tê.