TR KU SO
FB X
Cîhan

HTS tê tesfiyekirin, artêsa girêdayî Tirkiyê dibe 80 hezar

Admin H
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2019 23:13

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê pêkhateyên HTŞ-El Nûsrayê tevlî pêkhateya Feylaq el Şam a girêdayî artêşa opozîsyonê ya alîgirên Tirkiyê bibin.

Li gor nûçeya rojnameya Yeni Şafak a Tirkî gava duyem a bo Idlibê di çarçoveya rêkeftina ligel Rûsyayê, ew e ku dê HTŞ were tesfiyekirin û hemû milîtanên biyanî ji Sûriyê bên derxistin.

Berdevkê koma Nuredîn Zengî ya nêzîkî Tirkiyê , Tarik Muharrem ragihandiye ku piştî belavkirina HTŞê dê endamên wan tevlî artêşa opozîsyonê ya girêdayî Tirkiyê bibin.

Herwiha çavkaniyeke din a ji Sûriyê jî ji rojnameyê re diyar kiriye, li gorî plana hatiye amadekirin dê li 20 hezar kîlometre çargoşeya rûbera Idlibê tenê ala artêşa azad (OSO) were hildan û hejmara 35 hezar a artêşa netewî jî bibe 80 hezar.

Parve bike: