TR KU SO
FB X
Cîhan

HTSê li Idlibê bi ser saneyeke DAISê de girt

Admin H
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2020 15:57

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêmeke bakurê Idlibê di navbera çekdarên rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) û şaneyeke DAIŞê de şer rû da.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî, hêzeke HTŞê bi ser gundê Tilade yê bakurê Idlibê de bi ser şaneyeke DAIŞê de girt û şer di navbera herdu aliyan de derket.

Hat diyarkirin ku çekdarên HTŞê hejmarek endamên şaneya DAIŞê desteser kirin û herwiha kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne.

Rêxistina HTŞ li parêzgeha Idlibê ku di bin kontrola çekdarên bi ser Tirkiyê ve ye, hêza herî mezin û serdest e.

Rêxistina HTŞ bi ser El Qaîdê ve ye û ew jî wekî DAIŞê di lîsteya terorê ya cîhanî de hatiye pênasekirin ku herdu rêxistin gelek caran şerê hev jî dikin.

Parve bike: