TR KU SO
FB X
Cîhan

Hukumeta Îranê budçeya xwe kêm kir

Admin M
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2018 04:34

PeyamaKurd- Îran bi sedema dorpêçên ser Îranê budçeya xwe ya sala 2019an kêm kir. Li gor ajansa IRNA yê ya Îranê serokê baregeha serokkomarê Îranê Mehmûd Waizî piştî civîna encumena wezîran li Tehranê, ji rojnamevanan re ragihand ku hukumet budçeya xwe sewqî meclisa Îranê kiriye û budçeyê kêm kiriye.

Waizî ragihand ku bi sedema pirsgirêkên aborî ew mecbûr mane ku budçeyê kêm bikin. Waizî got ku wê hinek sehayên welat nekeve bin bandora kêmkirina budçeyê. Her wekî komîta alîkar ya Humeynî, Rêxistina Refahê, xaneşîn û xebatkarên girştî wê nekevin vê çarçoveyê.

Parve bike: