Husên û Blînken vekisîna leskerên DYA û guvasên li ser bankên Iraqî nîqas kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken di derbarê guvaşên ku DYAyê bi ser 7 bankên Iraqê ve sepandiye nîqaş kirin.
Di daxuyaniya ku ji alî Wezareta Derve ya Iraqê ve hatiye dayîn de hatiye diyarkirin ku Huseyîn û Blinken bi ser telefonê pevpeyvîn pêk anîne.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin ku wezîran li ser mijara sepandina guvaşên ku Wezareta Gencîneyê ya DYAyê bi ser 7 kankên Iraqî nîqaş kirine û di hevpeyvînê de Wezîrê Derve yê Iraqê Husên ji hevpayeyê xwe yê DYAyê Blinken re gotiye ku Iraq êrîşên li ser xaka xwe red dike da ku xwe ji qada nakokiyên navneteweyi dûr bike.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye destnîşankirin ku di hevpeyvinê de mijara vekişîna hêzên leşkerî yên DYA yên li Iraqê jî hatiye gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Husên, ji Blinken re diyar kiriye ku divê gotûbêj û civînên komîteyên leşkerî yên hevbeş, di navbera her du aliyan de ji bo vekişîna hêzên hevpeyman a ji Iraqê ji nû ve bêne destpêkirin.