TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûsî bi dronên kamikaze li balafirgeha Necran ya Erebistana Saûdiyê xistin

Admin M
Nivîskar
📅 04 tebax 2026 16:09

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihandin ku bi dronên kamikaze li balafirgeha Erebistana Saûdiyê ya bi navê Necranê xistine. Berdevkê Hûsiyan Yahya Seri di ser hesabê xwe yê Xê de li ser lêdanê daxwuyanî da.

Seri got ku bi kamikaze dronê li li balafirgeha Necranê ya Erebistanê xistine û ciyê lê xistine hedefekî hesas e. Berdevk Seri, sedema lêdana balafirgehê jî nîşan da ku Erebistan bi dronan îhlala bajarên Sada û Hacce kirine û lewra lê dane. Seri got ku bi lêdanê gihan ehedefa xwe û weha dewam kir:

“Em ji dijmin Erebistana Sa’ûdiyê re dibêjin ku her îhalal ser seha me dê bê bersiv û bê ceza nemîne.”

Seri, negot bê li kîjan hedefa hesas xistine û heya niha Erebistan jî di mijarê de, heya niha ti daxwuyanî nedaye.

Parve bike: