Cîhan
Hûsî: Me êrisî 2 kestiyen ser ên DYAyê kir
PeyamaKurd - Hûsiyên girêdayî rejîma Îranê angaştin ku hêzên wan li Deryaya Sor, bi mûşek û frokeyên bêmirov êrişî 2 keştiyên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kirine.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de diyar kir ku wan li Deryaya Sor êrîşî 2 keştiyên destroyer ên DYAyê kirine.
Serî hişyarî da û got: "Ger DYA û hevpeymanên wê li dijî hêzên me çalakiyên xwe bidomînin, em ê her carê ji bo bersivdanê amade bin.
Di derbarê angaşta Hûsiyan de heta niha ji DYA’yê tu daxuyanî nehatine dayîn, lê belê tê çaverêkirin ku DYA jî daxuyaniyekê belav bike.