TR KU SO
FB X
Cîhan

Hûsî: Me li kestiya DYAyê xist

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2024 20:14

PeyamaKurd - Hûsiyên Yemenê angaştin ku hêzên wan li Kendava Adenê, bi mûşekên Kruze keştiyeke Dewleten Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kirine armanc û lê xistine.

Berdevkê Hêzên Leşkerî yên Hûsiyan Yehya Serî, di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona El-Mesîra ya Hûsiyan de got: "Li hemberî êrîşên DYA û Brîtanyayê yên li dijî Yemenê, ji bo alîkariya gelê Filistînê, hêzên me yên deryayî, li Kendava Adenê keştiya 'Chem Ranger' a DYAyê kirine armanc."

Yehya Serî angaşt ku di êrîşa bi mûşekên Kruze de keştiya DYA bi şêweyeke tam hatiye lêdan.

Ji aliyê din ve DYAyê jî di derbarê mijarê de ragihand ku hêzên wan ên deryayî, li herêmê 2 mûşekên Hûsiyan ên ku keştiya wan kirine armanc, li hewayê pûç kirine.

Hûsiyên ku ji komên milîşe yên şîa pêk tên û ji alî rejîma Îranê ve têne piştgirîkirin, piştî şerekî navxweyî yê dirêj, li beşeke mezin a Yemenê bûn desthilatdar.

Piştî şerê Îsraîl û Hemasê yê li Xezzeyê yê ku di 7ê Cotmeha sala çûyî de destpê kir, Hûsiyan li dijî keştiyên bazirganiyê yên ku rêya wan di Deryaya Sor û Kendava Adenê de derbaz dibe, êrîşan pêk anîn. Piştî zêdebûna êrîşên Hûsiyan, DYA û Brîtanyaye jî bi frokeyên şer, li dijî baregehên leşkerî yên Hûsiyan du êrîşan pêk anîn.  

Parve bike: