Hûsiyan êrişî Erebistana Siûdî kir
PeyamaKurd - Mîlîsên Hûsî yên ku ji aliyê Îranê ve dihatin piştgirîkirin, li başûrê Erebistana Siûdî êrişî herêma Necrenê kirin û di encamê de 11 sivîl birîndar bûn.
Di daxuyaniya Berdevkê Koalîsyona Leşkerî ya di bin serokatiya Erebistana Siûdî de Tumgeneral Turkî el-Malikî diyar kir ku di nav birîndaran de 7 hemwelatiyên Siûdî, 1 Yemenî, 2 Misrî û 1 Pakistanî hene.
El-Malikî destnîşan kir ku milîsên Hûsî hiqûqa mirovî ya navdewletî binpê kirine û bêyî ku cûdakarî di navbera deverên leşkerî û sivîlan de bikin êriş pêk anîne; wî tekez kir ku koalîsyon dê ji bo parastina sivîlan hemû gavan bavêje.
Ev êrişa nû careke din aloziya leşkerî û siyasî ya li herêmê kûr kir.
Hikûmeta Riyadê ku piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê ya ku di qada navdewletî de hat naskirin, zêdetirî 10 salan e ku di nava pevçûn û şerekî kûr de ye li dijî mîlîsên Hûsî yên ku hevalbendên Îranê ne. Bûyerên wiha bandoreke rasterast li ser ewlehî û aramiya sînorên başûr ên Erebistana Siûdî dikin.