TR KU SO
FB X
Cîhan

IAEA: Qezayeke nukleerî, dê bandorê li cîranan jî bike!

Ruken güler
Nivîskar
📅 31 gulan 2023 18:30

PeyamaKurd- Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Mariano Grossi, li ser hegera qezayeke nukleerî hişyar kir.

Rafael Mariano Grossi, di rûniştina bi mijara "Gefên li ser aştî û ewlehiya navneteweyî" ya ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin de agahî da welatên endam.

Grossi bal kişand ku di ser destpêkirina êrîşa Rusyayê ya li ser Ukraynayê re 15 meh derbas bûn û got, "Di dîrokê de cara ewil şer li derdora tesîsên bernameya mezin a nukleerê diqewime."

Grossî bal kişand ku 5 santralên nukleerî yên Ukraynayê jî di nav de cih digirin, bi bîr xist ku Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê ya li Ukraynayê di bin kontrola leşkerî û operasyonê ya Rusyayê de ye.

Grossi di dewama agahiyên xwe de got, "Em bi siûd in ku niha qezayeke nukleerî çênebûye. Lê wekî min berê jî got, em ji bo niha li ber xwe didin û dibe ku rojekê em ewqas ne bextewar bin. Qezayeke nukleerî an jî radyolojîk di pevçûna ku di navbera Ukrayna û Rusyayê de berdewam dike dê ne tenê bandorê li gelê Ukrayna û Rusyayê bike, dê li herêmek berfireh ku welatên cîran jî di nav de ne, bandorê bike."

Parve bike: