TR KU SO
FB X
Cîhan

Îbadî ragihand ku digel Sedr li hev kirine

📅 23 gulan 2018 03:35

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî, di Kongreya xwe ya Rojnamevanî ya heftane de ragihand ku ligel Rêberê hevpeymaniya Saîrûn gihiştine lihevhatineka damezrandina hikûmeteke teknokrat.

Îbadî destnîşan kir: “Ligel Seyyid Muqteda Sedr liser pêkanîna hikûmetek teknokrat a dûrî partiyetî û mezhebî  me li hev kir. Daxwaza me ev e ku, hemû aliyên siyasî beşdariyê bikin. Em nikarin hin aliyên aiyasî piştguh bikin, ev rêyek ne rast e, jiber fikrên weha DAIŞ karî ji 3/1 xaka welatê me control bike“.

Ligor Serokwezîrê Iraqê dê hikûmeta nû di demek kin de bê avakirin.

Parve bike: