Îdia: Mucteba Xamineyî ji bo danûstandinên bi Amerîkayê re “çira kesk” pê xist
PeyamaKurd - Li gorî îdiayên giran ên medyaya navneteweyî, Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî, bi nepenî destûr daye ku ji bo bidawîkirina şer bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re danûstandin werin kirin. Tê gotin ku ev peyam bi rêya Wezîrê Derve yê Îranê gihîştiye Washingtonê.
Peyama nepenî ji bo Steve Witkoff
Tora nûçeyan a El Erebiyayê, li ser zarê rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî bi nepenî ji Washingtonê re peyamek şandiye. Araqçî ji Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff re ragihandiye ku Mucteba Xamineyî di prensîbê de li ser rêkeftineke muhtemel razî bûye.
Xamineyî li pey bidawîkirina bilez a şer e
Mucteba Xamineyî, ku piştî kuştina bavê wî Elî Xamineyî di êrîşên meha borî de bû serkirdeyê nû, wekî rêberekî ku dixwaze şer di zûtirîn dem de bi dawî bibe tê pênasekirin. Çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin ku Xamineyî bi şertê ku hinek mercên Îranê werin qebûlkirin, amade ye ku bi rêveberiya Trump re rûnê ser maseyê.
Trump: “Gotûbêj berhemdar in”
Ev agahî bi daxuyaniya vê dawiyê ya Donald Trump re jî li hev dikin. Trump duh roja Duşemê ragihandibû ku wî êrîşên plankirî yên li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê ji bo 5 rojan bi paş xistine. Trump sedema vê biryarê wekî destpêkirina “gotûbêjên berhemdar” bi kesayetiyekî payebilind ê Îranî re nîşan dabû. Trump tekez kiribû ku ev kes ne rêberê olî bixwe ye, lê kesekî pir nêzîkî navenda biryarê ye.
Tevî van liv û tevgerên dîplomatîk ên li pişt perdeyê, hikûmeta Tehranê bi awayekî fermî her cûre danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re red dike. Berpirsên Îranê tekez dikin ku heta êrîşên li ser axa wan ranewestin, tu pêwendiyeke rasterast nayê danîn.
Pisporên siyasî vê gava mihtemel a Mucteba Xamineyî wekî hewildanekê ji bo parastina man û nemana rejîmê û rêgirtina li rûxandineke tam dinirxînin.