TR KU SO
FB X
Cîhan

Îdiaya Til Rifat ketiye destê Tirkiyeyê

📅 27 adar 2018 18:52

PeyamaKurd - Hat îddiakirin ku Tirkan û Rûsan li hev kiriye û bajarê Til Rifatê bêyî şer ketiye destê Artêşa Tirkiyeyê û hevalbendên wê.

Medyaya Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê îdîa kirin ku Til Rifata ku dikeve başûrê Efrînê û di destê PYDê de bû ket bin kontrola Tirkiyeyê û Artêşa Azada Sûriyeyê.

Hat îdîakirin ku Tirkan û Rûsan bi şev li hev kiriye û piştî eskerên Rûsyayê vekişiyane, Artêşa Tirkiyeyê bêyî ku şer bike ketiye bajêr û niha kontrol di destê Artêşa Azada Sûriyeyê û Tirkiyeyê de ye.

Parve bike: