TR KU SO
FB X
Cîhan

Idlib | Bîlançoya serê alîgirên Tirkiyê û HTSê...

Admin H
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2019 23:56

PeyamaKurd - Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye derbarê şerê navbera komên çekdarên Tirkiye piştgiriya wan dike û Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ku girêdayî El Qaydê ye de agahî belav kirin.

SOHRê ragihand ku di 24 demjimêrên dawî de, di navbera HTŞ û Tevgera Nuredîn Zengî ya bi piştgirîya Tirkîyê de şer û pevçûn çêbûne.

Li gor SOHRê di pevçûnan de ji HTŞê herî kêm 14 kes, ji Tevgera Nuredîn Zengî jî herî kêm 12 kes hatine kuştin. Herwiha du jê zarok pênc sivîl jî di şerên qewimîne de hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye şerê navbera herdu komên opozîsyonê ji roja Sêşemê ve berdewam dike û herdu alî jî hevdu bi destpêkirina wî şerî tawanbar dikin.

Parve bike: