TR KU SO
FB X
Cîhan

Îhtîmal heye Ermenistan aram bibe

Admin M
Nivîskar
📅 03 gulan 2018 21:04

PeyamaKurd- Xwepêşandanên Ermensitanê jiyana payîtextê ya Yerîvanê şel kirin. Di xwepêşandanan de serpereştê wan Paşînyan e. Partiya desthilatdar biryarê da ku destekê bide namzetiya Paşînyan û li ser biryarê Paşînyan xwepêşandanan da rawestandin.

Partiya Komarî ya Ermenistanê ku niha li ser îdara Ermenistanê ye, ragihand ku di hilbijartina 8 ê adarê ya serokwezîrtiyê de, wê di parlementoyê de namzetê xwe daneyne.

Nîkol Paşînyan bo tûra duyem ya serokwezîrtiyê ragihand ku wê sibê namzetiya xwe bi awayeka fermî deyne. Paşînyan got ku xwepêşandan encam dane û dê partiya desthilat piştgiriya wî bike. Paşînyan ji xwepêşandêran xwest ku rawestin, bêhna xwe bidin û xwendevan herin xwendegehên xwe.

Paşînyan ragihand ku divê xwendevan di ser hesabê wî yê civakî de wî bişopînin û bo îhtîmala çalakiyan amade bin.

Parve bike: