TR KU SO
FB X
Cîhan

Îmamoglu sersaxî da malbata Îbrahîm: Soz ji te re

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2019 20:49

PeyamaKurd - Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji CHPê Ekrem Îmamoglu li ser xwekuştina xortê Kurd Îbrahîm Layik bi sedema cudaxwaziya li dijî kurdbûnê, peyamek belav kir.

Îmamoglu li ser hesabê twitterê got, “Nûçeya birayê me Îbrahîm cegera me dax da. Soz ji bo te wê ne yên ku cudaxwaziyê dikin, yên lihevhatinê dikin qezenc bikin.”

Namzedê CHPê herwiha da zanîn, ‘82 milyon welatiyên vî welatî yek in û bira ne. Ji Xwedê bo Îbrahîm Layik rehmetê û ji kesûkar û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazim.’

Parve bike: