Cîhan
Îmarat: Me sê balafirên bêmirov îmha kir
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Îmaratan ragihand ku 3 balafirên bêmirov ketine seha hewayî ya dewleta wan û her sê jî ji aliyê sîstema parastina hewayî de hatine îmhakirin.
Wezareta bergiriyê ya Îmaratan di ser hesabê xwe yê Tiwtterê de ragihand ku ji bo her rewşê hêzên wan yên parastinê amade ne û temamê tedbîrên xwe dîtine.
Heya niha, Hûsî di mijarê de ti daxwuyaniyekî nedane.