Îmaratê 22 moşek û 47 dronên Îranê asteng kir: 12 birîndar
PeyamaKurd - Artêşa Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat), îro 22 moşek û 47 balafirên bêmirov (drone) ên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn avêtin, pûç kirin. Ji ber perçeyên ku li Ebû Dabiyê ketin xwarê 12 kes birîndar bûn.
Îran li dijî welatên Kendavê bi hinceta hebûna Amerîkayê êrîşên xwe didomîne.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îmaratê de hate ragihandin ku sîstemên parastina asmanî îro 18 moşekên balîstîk, 4 moşekên seyrê û 47 drone asteng kirine.
Hat diyarkirin ku ji destpêka êrîşên Îranê û vir ve, sîstemên parastina hewayî bi giştî destwerdana 475 moşekên balîstîk, 23 moşekên seyrê û 2 hezar û 85 dronan kiriye.
Di van êrîşan de 2 leşker, sivîlekî ji Fasê ku ji aliyê artêşê ve hatibû wezîfedarkirin û 9 kesên ji welatên Pakistan, Nepal, Bangladeş, Filîstîn û Hindistanê jiyana xwe ji dest dane, herwiha 203 kes jî birîndar bûne.