IMO: Di 400 keştiyan de 6 hezar deryavan asê mane
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Rêxistina Navdewletî ya Deryavaniyê (IMO) Arsenio Dominguez di hevpeyvîneke ligel tora CBSê ya Amerîkî de ragihand ku ji ber şerê di navbera Amerîka û Îranê, niha 6 hezar deryavan di nav 400 keştiyan de li herêma Tengava Hurmizê asê mane.
Dominguez bal kişand ser ku ev deryavan di bin şert û mercên pir giran û metirsiyeke mezin a ewlehiyê de dixebitin û got ku ev şerê ku şeş meh in berdewam dike, zincîra dabînkirina sotemenî û kelûpelên sereke li seranserî cîhanê rastî xitimandineke giran aniye.
Hêjayî gotinê ye, ji destpêkirina şerê 28ê Sibatê heta niha herî kêm 19 deryavanan jiyana xwe ji dest dane.
Sekreterê Giştî ê IMOyê eşkere kir ku her çend berê di encama planeke rizgarkirinê de 136 keştî û 2 hezar û 900 deryavan hatibûn rizgarkirin jî, lê ev pêvajo ji dawiya meha Hezîranê ve ji ber destpêkirina êrîşên nû yên esmanî û deryayî bi temamî hatiye rawestandin.
Dominguez xemgîniya xwe ya kûr ji bo têkçûna ewlehiya deryayî li deverên wekî Deryaya Reş, Deryaya Sor, Kendava Adenê û Tengava Hurmizê anî ziman û destnîşan kir ku ev nearamî xetereyeke rasterast e li ser jiyana bi hezaran deryavanên bêsûc û aboriya cîhanê.