TR KU SO
FB X
Cîhan

Înce: "Emê bi cesaret bibêjin Pirsa Kurd"

📅 10 gulan 2018 23:32

PeyamaKurd - Namzedê CHPê bo Serokkomariya Tirkiyê Muharrem Înce, der barê pirsa Kurd û Kurdistanê de got: "Pirsgirêkeke me heye ew jî Pirsa Kurd e, emê bi cesaret bibêjin Pirsa Kurd. Pirsa Kurd çi ye? Pirseke siyasî, çandî, aborî û problema kêmasiya demokrasiyê ye."

Înce îro çû Hekariya Bakurê Kurdistanê û li wir mitîngek li dar xist, Namzedê CHPê got dema malnîşiniya Erdogan hatiye ew îdî nikare tiştekî bike.

Li ser mijara Kurd û Kurdistanê jî wiha axivî:

"Pirsgirêkeke me heye ew jî Pirsa Kurd e, emê bi cesaret bibêjin Pirsa Kurd. Pirsa Kurd çi ye? Pirseke siyasî, çandî, aborî û problema kêmasiya demokrasiyê ye. Pirsa Kurd, di rastiyê de pirseke exlaqî ye. Çima? Siyasetmedar, tên Diyarbekirê, Hekariyê gotinên xweş ên ku Kurd jê hez bikin dikin. Lê dema diçin cihekî din van jibîr dikin. Ez soz didime we, eger ez gotinên li vê derê li Rîzeyê jî nebêjim ezê siyasetê bihêlim."

Wek tê zanîn ev demek e dirêj ku Erdogan îdîa dike Pirsa Kurd û Kurdistanê li Tirkiyê çareser kirine û tenê problema terorê li holê maye. Înce bi van gotinan çend gavan kete pêşiya Erdogan.

Parve bike: