TR KU SO
FB X
Cîhan

Îngîlîstan: Em, ne Amerîka ne, me çek nedane YPGê!

Admin V
Nivîskar
📅 25 adar 2018 13:44

Wezîrê Îngîlîstanê yê Berpirsê Rojhilata navîn Alistair Burt hate Tirkiyê û li Stenbol û Enqerê, bi hinek rayedarên Tirkiyê re danûstandin kirin.

IŞÎDê Piştî van têkiliyan Alistair Burt ji çapemeniyê re axivî û wiha got: Em ne Amerîka ne û ti caran me çek û sîleh nedane YPGê.

Burt di derbarê Efrînê de got ku em memnûn bûn ku şerê Efrînê gurtir nebû û zêdetir insan nehatin kuştin.

Li ser pirseke di derbarê pêwendiya PKKê û YPGê jî Burt wiha got: Belê em dizanin ku hinek îddîayên wiha hene ku dibêjin YPG girêdayî PKKê ye. Di derbarê PKKê de em pir zelal in. PKK rêxistineke terorîst e. Em dibêjin divê YPG ti pêwendiya bi PKKê re çêneke. Divê xwe jê dûr bigire.

Parve bike: