TR KU SO
FB X
Cîhan

Îngîltere, îzna 30 lîsansên ku çekan difrosin Îsraîlê betal kir

Admin M
Nivîskar
📅 02 mijdar 2024 02:55

PeyamaKurd – Nûnera Îngîltere ya li Neteweyên Yekgirtî ya daîmî Barbara Woodward ragihand ku di firotina çekan ya ji bo Îsraîlê de, 30 lîsans an ku îzin betal kirine û dibe hinek lîsansên dinê jî betal bikin.

Niha, li Îngîltere 350 lîsans hene ku dikarin sîlihan bifroşin û li ser tevgerên wan, dibe ku hinek îznên dinan betal bikin.

Woodward, got ku betalkirina lîsansan tenê perçeyekî ji wêne ye, rewşa li Xezayê gelek berbate û ji bo esîran serbest berdin, alîkariya mirovî here Xezayê û ji bo agirbesê xebatên wan dewam dikin.

Parve bike: