TR KU SO
FB X
Cîhan

Îngiltereyê gef li Îsraîlê xwar

Admin H
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2026 11:03

PeyamaKurd - Di navbera Îngiltere û Îsraîlê de krîzeke nû ya dîplomatîk rû da. Li gorî nûçeya malpera Ynetê ya Îsraîlî, piştî ku Îsraîlê xwest Konsolosxaneya Giştî ya Îngiltereyê ya li Qudsa Rojhilat heta 8ê Cotmehê bê girtin, Îngiltereyê hişyariyeke tund da Tel Avîvê û ragihand ku eger konsolosxane bê girtin, ew ê 27 dîplomatên Îsraîlî ji welat derxînin.

Ev aloziya nû piştî wê yekê derket holê ku Îngiltereyê ji ber siyasetên cihwarkirinê yên Îsraîlê yên li Şerîeya Rojava biryarên cezayan dabû û bazirganiya bi wan herêman re qedexe kiribû.

Li ser vê yekê Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar xwestibû konsolosxaneya Îngiltereyê bê girtin û çend tedbîrên din jî ragihandibûn, lê helwesta tund a Îngiltereyê krîz kûrtir kir.

Parve bike: