TR KU SO
FB X
Cîhan

IOM: 82,2 milyon kes ji ser warên xwe koç kirine

Admin M
Nivîskar
📅 12 îlon 2026 14:48

PeyamaKurd – Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) ji bo Rûdawê ragihandiye ku jimara kesên ji ser warên xwe koç kirine, gihaye 82 milyonî. Di serê lîsta koçê de jî Sûdan heye ku bi 9,1 milyon kesên koç kirine di rêza ewilî de ye.

Rêjeya IOMyê, li ser daxwaza nivîskî ya Rûdawê ku ji aliyê editorê nûçeyên derve yê Rûdawê Niyaz Mustafa de hat kirin, bi nivîskî bersivand. Berdevkê IOMyê rêjeyên li ser koşa seranserê dinyayê parvekir. IMO got:

“Li seranserê dinyayê 82,2 milyon kes ji ser warên xwe koç kirine. Herî zêde jî koç ji Sûdanê hatiye kirin û jimara koçberan 9,1 milyon e.”

Li gor rêjeyên IMOyê; ji Rojhilata Navîn û ji herêma Bakûrê Afrîka (MENA) heya niha 23,3 milyon kes ji ser warên xwe koç kirine. Ev jimare li gor seranserê dinyayê dike %28ê koçan.

Bi xêra dagera koçberan ya ji bo Sûdan, Sûriye û Lubnanê, li gor sala 2024an %21 kêmbûn heye ku ew jî dike 4,9 milyon kes.

Rayedar ji bo Rûdawê gotiye ku koç li hinek welatan kom dibe û ji Sûdanê, Sûriyê, Yemen û Filistinê 21,9 milyon kes koç kirine.

Rayedar her weha rêjeyên koçberan yên xwestine di ser Derya Sipî de herin Ewrûpayê ji 20 hezarî zêdetirê wan di avê de fetisîne an wenda ne.

Parve bike: