TR KU SO
FB X
Cîhan

IOM: Ji ber sewba Koronayê 3 milyon koçber nikarin vegerin welatê xwe

Admin L
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2020 13:11

PeyamaKurd - Rapora Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) dide zanîn, 3 milyon koçber ji ber şewba vîrusa Koronayê nikarin vegerin welatê xwe.

Li gor Rapora Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ya girêdayî NYê destnîşan dike, 2,75 milyon koçber ji ber girtina sînoran, nikarin vegerin welatê xwe.

Di wê rapora IOMê de koçberên ji 100 dewletan zêdetir hene û ew hejmara kesên nikarin herin welatê xwe, bi tenê kesên çûne welatekî din û dixwazin vegerin welatê xwe diyar dike.

Dîrektorê Giştî yê IOMê Antonio Vitorino diyar kir, tevî ku şewba vîrusa Korona heye jî, divê koçber karibin bi awayekî ewle vegerin welatên xwe.

46 ji sedê koçberan li welatên Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur û beşeke wan jî li welatên Asya asê mane.

Berdevkê IOMê Paul Dillon diyar kir, 648 hezar koçber li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, 280 hezar koçber jî li Erebîstana Siûdî asê mane, ku piraniya wan karkerên avahiyên ji welatên Asya û Afrîqa ne.

Dillon destnîşan kir, hin koçber jî di keştiyan de mane û got: ‘’Meriv 6 mehan di keştiyekê de asê bimîne, rewşeke pir xerab e.’’

Parve bike: