Cîhan
Îran: “Aqûbeta Trump wê weke ya Seddam bibe!”
PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî li dijî Serokê Amerîkayê îfadeyên tund bi kar anîn û got ku Aqûbeta Trump jî wê weke ya Seddam bibe.
Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî di televîzyona dewletê de di weşana zindî de axivî. Rûhanî heta niha peyvên herî tûj li dijî Amerîkayê bi kar anîn. Rûhanî Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Iraqê yê hatî idamkirin Seddam Huseyn dane ber hev û got ku qedera wî jî wê weke ya Seddam bibe.
Rûhanî wiha dewam kir: “Îran tu caran dev ji çekên xwe yên parastinê naqere. Moşekên ku Amerîkayê aciz dikin jî tê de.”